Polîsan bi ser çeteya AKP’ê de girt

Polîsên Elman doh danê sibehê, li sê eyaletan bi ser çeteya rejîma Erdogan, a li Elmanyayê a bi navê ‘Osmanen Germania’ de girt. Polîsan bi ser 41 mal û kargehên endamên rêxistina çete ya Erdogan de girt.

14 Mart 2018 Çarşamba | Kurdî

Polîsên Elman doh danê sibehê, li sê eyaletan bi ser çeteya rejîma Erdogan, a li Elmanyayê a bi navê ‘Osmanen Germania’ de girt. Polîsan bi ser 41 mal û kargehên endamên rêxistina çete ya Erdogan de girt. 

Ev demek e ku li Elmanyayê têkiliyên çeteya Osmanen Germania û AKP’ê di rojevê de bûn. Ev rêxistina çete ya ku bi navê kluba boksê 2014’an hat avakirin, bi qeçaxiya çekan, bazirganiya mirovan, tiryakê û bi êrişên li dijî Kurdan, bal kişandibû ser xwe. Vê sibehê polîsên Elman bi ser vê çeteya Erdogan de girt.

Li eyaletên Vestfalya Rena Bakur, Baden-Wurttemberg û Hessenê polîsên Elman bi ser 41 mal û kargehên endamên çete de girt. Polîsan bi hevdemî bi ser cihên çeteyan de girt û bi îhtîmala dibe ku çekdar bin, operasyon bi yekîneyên taybet pêk hat.

Dozgeriya Essenê derbarê operasyonê got, ew ji bo ku derbarê çeteyê û kirinên wê de agahiyan wergirin, operasyonê dikin. Li gorî daneyên Wezareta Navxwe ya Elman, halê hazir, 22 şûbeyên xwecih ên vê çeteya Erdogan hene û her wiha ji 300’î zêdetir endamên wê hene.

Balkêş e ku di demeke wiha de ku êrîşên li ser Efrînê zêde bûne û li Elmanyayê xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk zêde bûne ev operasyon hatiye kirin. Bi taybetî jî wezareta navxwe ya eyaleta NRW’ê dibêje, çeteya navbirî wekî destekî desthilatdariya AKP’ê dixebite. Beriya niha jî li Elmanyayê li dijî vê rêxistina çete operasyon hatibû kirin û gelek endam û rêveberên wê hatibûn binçavkirin. 


FRANKFURT


131

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA