9 welatî li Şirnex mirin

Otobûsa ji Bakurê Kurdistanê diçû Başûrê Kurdistanê li navçeya Şirnexê Silopiyayê qulipt. Li gorî agahiyan, 9 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.

13 Ocak 2018 Cumartesi | Kurdî

Otobûsa ji Bakurê Kurdistanê diçû Başûrê Kurdistanê li navçeya Şirnexê Silopiyayê qulipt. Li gorî agahiyan, 9 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.

Qeza doh danê sibehê li ser riya deriyê Îbrahîm Xelîlê, otobûsekê şirketa geştiyariyê ya Metroyê ya Iraqê qulipt. 

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama bûyerê de 9 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn. 

Hate zanîn ku 3 kesên canê xwe ji dest dayî zarok in. 

Birîndar rakirin nexweşdaneya Silopiyayê. 


ŞIRNEX 


128

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA