Heta heyet biçe Îmraliyê

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Fransayê Strasboûrg a bi armanca CPT biçe Îmralî da ku li rewş, ewlehî û tenduristiya Ocalan bikole, hatibû destpêkirin, bi hemû biryarardariya xwe di roja 24´an de dewam dike.

15 Kasım 2017 Çarşamba | Kurdî

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Fransayê Strasboûrg a bi armanca CPT biçe Îmralî da ku li rewş, ewlehî û tenduristiya Ocalan bikole, hatibû destpêkirin, bi hemû biryarardariya xwe di roja 24´an de dewam dike. 

Çalakgerên çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewrûpa (KE), diyar kir ku heta CPT erka xwe bi cih bîne, çalakiya wan wê dewam bike.

Çalakiya rûniştinê bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji bajarên Elmanyayê Berlîn, Wuppertal, ji bajarê Swîsreyê Baselê dewam dike. Çalakiya rûniştinê ya bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji Elmanya, Belçîka, Fransa, Swîsre û Holandayê bi dorveger dewam dike. Di çalakiyê de hevparên Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpa (TJK-E) û endamên Ciwanên Azad jî cih girtin û li gel vê jî tevlî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan dibin.


‘Bi lez biçin Îmraliy꒠

Di çarçoveya çalakiya rûniştinê de doh seat 14:00’an çalakger bi dirûşmeyan heta bi avahiya CPT´yê meşiyan û li vir nêzî 20 deqîqeyan dirûşme gotin. Kurdistaniyên ku li pêşiya avahiyê rûniştin, bang li CPT´yê kirin da ku hewldana xwe ya li dijî fikarên gelê Kurd biguherîne û bi lez heyetekê bişîne Îmraliyê.

Çalakgeran wekî din îşaret bi erdheja tesîr li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî kir û banga yekîtiyê û xwedîderketina li mexdûran kir. 


STRASBOURG


31

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA