Reîs û hirç

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Peyva 'Reîs' di dema Osmaniyan de hatiye bikaranîn, bi giranî di wateya sergerde de ye. Cudahiya reîs û serok ev e: Serok dikane were hilbijartin û biryaran jî bi tena serê xwe nade, bi meclîsa xwe ve biryar digire, dema neyê hilbijartin jî wekî endameke wê civakê dijî. Mînaka herî zêde tê nasîn; serokê partiyekê, yan jî serokwezîrê welatekî ye. Reîs ne wisa ye, dijê wê ye. Mînak: reîsê malê bav e, bav dikane bê pirsîn û raya malbatê biryar bide û naye hilbijartin. Reîsê keþtiyekê jî wisa ye. Hemû bend di destê wî de ne. Her wisa reîsê koma Mehterê jî. Reîsê çete, sangole û mafyayê jî hene. Tev de wek bav tê dîtin. Lema jî hin alîgirên reîs dikane "babamiz" bibêjin. Di dema Osmaniyan de ferman fermana reîsan bû, zagon û rêgez li gor gotin reîsan dimeþiya.
Wateya peyva reîs bi giranî neerênî ye, ti aliyê wê yê erênî tune, lema tirs û têkçûn dagirtî ye. Tirsa reîsan a herî mezin, derketina reîseke din, yan yên ji biryarên wî ne razî, yên ji wî zirar dîtine, ew ji reîstiyê avêtin, girtin, heta li gor rewþê kuþtine. Hima bigire ti reîs li piþtî reîstiyê li jiyanê nemane. Xwerû jî di nava korsan, çete û mafyayê de ev wisa ye. Psîkolojiya wan jî, bi vê rastiya wan ve girêdayî ye. Dema têkçûna xwe hîs dikin, zalimtir dibin û ji sîya xwe jî gumanê hiltînin. Lema biryarên gelek xeternak û xwekuþtinî didin.
Hirça bejahiyê jî ajalekî taybet e, di karektera reîs de ye. Dema, birîndar nebe, kudik pê re nebin û tirs bi serneketibe, bes, mirov li hirçê nenêre, nekeve nava tevgereke, deng dernexe, mil li ba neke, yan jî serî nehejîne, sererast binêre û bêdeng jê derbas be û biçe, pêþkalê mirovan nabe. Lê ku mirov li wê binêre, mil li bake, deng derxe, têkeve nava tevgerên wê tirsandinê, hima êriþê mirovan dike. Yanê di giyana hirçê de xwe ji her liv û tevgerê parastin wek tanceke tirsa xweparastinê rûniþtiye. Li gel wê hirç di gelek çandan de wekî remza bêteþebûn, çort, qibe û bê heredarî tê zanîn.
Reîs jî wisa nin, di warê tirsa jiyanê de sedîsed diþibin hirçê. Lew re di xwezaya reîstiyê de jî tanceke wek tanca hirçê rûniþtiye. Dema reîsekî hîs kir ku êdî dema wî ya têkçûnê hatiye, li hember her tevger, nîþaneyekê têkçûna wî tîne bîra wî êriþkar e. Gava yek xwe þaþ bike û bi awayekî lêkolînerî li wî binêre, dibêje: "Te çima li min nêrî? Ha viya li min nêrî, wî bigirin!“ Reis di tevger û edeba xwe de jî diþibe hirçê, bêteþe û çort e.
Kêliya em Reîsê li koþka Enqerê wek mînak bigirin, bi hêsanî dibînin ku ziravika wî ji tevgerekî piçûk jî dibizde û ji bo revandina wê tirsa giyana xwe teqez êriþ dike, yan jî dide êriþkirin. Minak; ji tevgera xwendekaran, ji pasteya pîrozkirina rojbûnan, ji rojnameger û rojnameyan, ji zimanê kurdî, ji zarok û jinan, ji her tiþtî ditirse, yan jî di her tevgerê de têkçûna xwe hîs dike. Heta psîkolojiya wî wisa xira bûye, bi awayê bikaranîna galgalên ser tendûran li ser her tiþtî diaxive û îxbar dike, bêteþe ye.
Reîsê axirzemana, ne tenê li hemberê rêwiyên keþtiya nav Tirkiyê, li hember tevahiya cihanê jî ketiye nava tewanên pir mezin. Hemû zagon û peymanên navnetewî di bin lingên xwe de hinciqandiye. Ev tewan jî wekî tirseke bêbav li giyana wî ya þîzofren piçikî ye. Dema mirov li wî weneyê wî yê ku wî bi destê Pûtîn û Ruhanî girtinê baþ binêre vê rewþa wî pir baþ dibîne. Jiwê hewl dide ku li derveye welêt jî wê hêza xwe ye reîstiyê bikarbîne û bide pejirandin. Ji bo vê jî di bin perdeyê de ji bo xweparastinê her tiþtî pêþkêþê bazarê dike.
Belê, hirça tirs bi serketî, çi bibîne êriþ dike, heta ku ya di kendekî de diçe xwar, yan jî tê kuþtin. Mirovê payeya reîstiyê wergirtibe jî, wekî hirçê ye. Dema encama têkçûna xwe hîskir, hetanî di kendekî de neçe xwar, yan jî nekeve defikê û ber darezandinê nasekine. Ev jî rastiyekê ye, mirov û ajal di gelek waran de diþibin hev, wekî hirç û reîs.
508
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA