Li hember desthilatdariyê alternatîva civakê

ÞASWAR MAME
Paul Bremer ê dîplomatê Emerîkayê û rêveberê Rêveberiya Demkî ya Hevpeymanan li Iraqê (2003-2004) di pirtûka xwe ya bi navê "My Year in Iraq" qala dagîrkirina Iraqê û ruxandina rejîma Sedam Huseyin dike. Her wisa bûyerên veþartî yên avakirina Iraqa nû eþkere dike.
Piþtî ku sala 2003’an, rejîma Iraqê ya Sedam Huseyin ji aliyê dewletên emperyalîst hate ruxandin, xwestin sîstem û hikûmeteke nû li Iraqê ava bikin. Li gor agahiyên ku Bremer qala wan dike, ti aliyên Iraq û Baþûrê Kurdistanê xwe ji bo vê pêþhatê amade nekirîbûn û ti alternatîva wan jî tune bûye. Di avakirina Iraqa piþtî Sedam de, yê ku herî zêde bandor li ser sîstema nû kiriye, rêberê olî ya Þîeyan "Elî Sîstanî" ye. Ji bilî Sîstanî, ti aliyên siyasî yên muxalefeta rejîma Sedam, nebûn alternatîv û projeya xwe pêþkeþ nekirin. Proje û alternatîva Sîstanî xuya ye ku heman alternatîva hêzên din ên desthilatdara îslamî ye, lê li hember wî, aliyên din ji bilî desthilatdarbûnê nebûn xwedî ti alternatîv û perspektîvek.
Dema mirov li van bûyeran dinêre, dipirse gelo wan partiyên siyasî yên Baþûrê Kurdistanê û Iraqê ku her tim wekî muxalefeta rejîma Sedam xwe nîþan didan, di demek ewqas girîng û hestiyar de çi dikirin? Lê mirov heya ku zîhnyet û têgeha desthilatdariyê nas neke, wê encamek bi dest nexe. Di bûyerên avakirina Iraqa nû de mirov baþ fêm dike ku hemû alî ji bo cîhgirtin di desthilatê de di nav tevgerê de bûn. Ji bo wan ne girîng bûye sîstema dewlet jî çawa be, ya girîng li gor wan sîstemek hebe ku desthilatdariya wan mîsoger bike. Ev rêgeza desthilatdariya seretayî ye ku cara yekem di dewletê de cîh digre.
Iraq mînakeke di nav gelek mînakên din ên rojhilata navîn de ku ruxandina rejîmek û avakirina rejîmek din nekariye pirsgirêkên bingehîn çareser bike. Di Bihara Erebî de, hêrsa gelan rabû, serhildan kirin û gelek rejîm jî têkçûn, lê di avakirina sîstemek nû ku li gor xwestekên gelan be, gelên serhildêr bê hêvî man. Li Îranê jî Sala 1979’an þoreþa gelan çêbû, lê ji ber ku serhildêr û rêberên þoreþê xwedî alternatîvek demokratîk nebûn, encamek xirab bi dest xistin. Niha li Îranê heman tiþt dubare dibe. Gel radibe û daxwazên xwe tîne zimên, dixwazin rejîm were têkbirin, lê ji bo avakirinê bê alternatîv û bê çareserî ne. Ev rewþ rê li ber çîna desthilatxwaz ên ku li benda rojek wisa ne, vedike ku li ser ked û qurbanîdana gelan bigihîjin desthilatdariyê.
Desthilatdarî nexweþî û pirsgirêka bingehî ya Rojhilata Navînê ye. Bûyerên ku niha jî di asta hundir de li herêmê diqewimin, bi sedema xurtbûna zîhniyeta desthilatdariyê ye. Divê êdî gelên bindest û azadîxwaz þêwaza xwe ya tekoþînê biguherin. Divê êdî li xwe vegerin û ji nû ve dîrok þirove bikin û kêmasiyan diyar bikin.
Dîrokê derxistiye holê ku gelên rojhilata navînê bi vî awayî nikarin bigihîjin çareseriya pirsgirêk û kirîzên bi sed salan.
Di serî de ji bo gelên azadîxwaz a girîng ew e bigihîjin vê hiþmendiyê ku desthilatdarî nikare pirsgirêkan çareser bike, ew bi xwe sedema pirsgirêkan e. Her wisa divê çavên azadîxwazan li ser xurtikirina civakê be û piþta xwe bi dewletên hegemonparêz û emperyalîst ve girênedin.
Li her welatekî de, ger civak nikarîbe di nav xwe de yekîtî û alternatîvek demokratîk li hember sîstema desthilatdaretiyê ava bike, nikare di serhildan û rabûnên xwe de bigihîje encamek erênî. Ger civak xurt nebe û xwediyê rêxistin û tekoþana xwe ya hevpar nebe, metirsî heye di serhildanên gelan de yek ji van 3 alîyên desthilatxwaz bibin xwediyê destketiyên gelan. Sermayedar, çîna burjuva, olperest û nijadperest xwediya vê enerjiyê ne di nav civakek ku negihiþtiye azadî û demokratiyê hegemona xwe pêþbixin û desthilata xwe li ser civakê ferz bikin.
Em dikarin þoreþa Rojava wekî mînak ji bo tekoþînên azadiyê diyar bikin. Rojava ew mînak e ku weke alternatîva civakê derket holê. Þoreþa Rojava ku bi xebata gelek salan û bi perspektîvek demokratîk gihîþt encama îro, di nav serhildanên gelên Rojhilata Navîn tekane mînak e.
Þoreþa Rojava, tevî alternatîva xwe berhema tekoþîna azadî û demokratiya civakê bû, ji ber vê biserket. Bihara Erebî ku bûye sedema bi encam gihiþtina þoreþa Rojava, nikarî li tu herêm û welatek din ji bilî wêranî encamek erênî bigre. Sedema wê jî ew bû; civakên van welatan xwe amade nekiribûn ji bo van serhildanan, xwedî alternatîvek demokratîk nebûn.
Li gorî diyarkirina vê rastiyê, mirov dikare bibêje li Baþûrê Kurdistanê, Iraq û Îranê jî ku civak ne xwediyê însyatîf û vîna xwe ya xweser e, bi rêbazên berî yên ku hatine ceribandin û têkçûn e, nikare biserkeve.
Hêzên desthilatdar ên herêmê di niha de gelek bê hêz bûne, lê civakên herêmê bêtir bê hêz in. Bi pêþxistina hiþmendiya ku tekoþana civakî esas digre, rê li ber þoreþa civakên herêmê vedibe. Xebatkirin ji bo vê armancê, bersiva herî xurt a sedsala 21’an e li hember kaosên ku ji aliyê desthilatdaretiyê derketine holê.
517
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA