Kurdbûn yan jî kurdayetî

NECÎBE QEREDAXÎ
Kêþmekêþên Rojhilata Navîn heta di asta Cîhanê de jî encama kêþmekêþeke tenê aborî, bazirganî, siyasî nîne, lê encama pevketin û kêþmekêþên çend projeyan e; her yek ji van projeyan jî berhema hizirandineke taybet e, cih bi cih pev diçin û cih bi cih li hev dikin. Ya ku Birêz Ocalan jê re dibêjê, “navbera kaosê”. Projeyên di asta cîhanê de li gorê îdeolojiya lîberalîzm û neo-lîberalîzma sîsteme sermayedariyê, rejîmên li herêmê hîna jî di bermaya sîstema netewe-dewleta ku berhema vê hizirandina sedsala 20´an e hem hildeweþin, hem li ber xwe didin û hem jî tên guhertin. Tevgera Azadiya Gelê Kurd yek ji van projeyên ne-dewletî û ne-navendî yê herî bi bandor e li Rojhilata Navîn. Ev mijarake gelêk girng û aloze jî lê ne mijara min ya esasiye, bi qasî dixwazim cûdahî di navberê Kurdbûn û Kurdayetî de nexasim di bûyerên dawî yên Baþurê Kurdistanê de bi mijara Referandûmê û Kongreya Neteweyî ve girêbidim.
Rastiyek heye, yê ku nebîne wê bikeve nava xefika van qîreqîr û hawarên ku di bin navê Referandûmê de tên kirin. Jixwe, herî zêde tevlîhevî li dora peyvên “Kurdbûn” û “Kurdayetiyê” de derdikevin ku her yek ji wan wateyeke wan a cuda heye û hemû kirde, liv û lebatêke ku li dora van du peyvan tê û diçin, rê û rêbazên nihêrîna li pirsgirêkan û çareseriyan diyar dikin.
Ev her du peyv, pirr kêm bûne mijara niqaþê, yên hatine kirin jî ji rêbaz û nihêrîna navendên modernîteyê derbaz nebûne, eger nîqaþeke rast hatibe kirin jî ji sinorên hin akademiyên hilbijartina fikir nebihurîne û nebûne malê hemû civakê. Em ji bîr nekin ku bi hezaran sal jî derbas bibin, lê nîqaþ û gengeþiyên li akademiyên hizir yên Yewnanistana kevin hatine kirin, hîna jî giraniya xwe diparêzin. Lewma dema em tê de dijîn “navbera kaosê” ye, pêdiviya wê bi nasîn û kûrbûyîna li ser cudahiya van du peyvan heye. Pirsgirsêkên mezin jî di nava Kurdan de ji þîrovekirin û pratîkkirina van du peyvan, derdikevin. Heta hebûna me weke Kurd, nasname, dîrok û projeyên siyasî û civakî êdî ji wan du nihêrînan, dikare weke du rêyên cûda were dîtin.
“Kurdayetî “ têgîneke nû ye û têgînek e ku li ser bingeha avakirineke reaksiyonel û watayeke avakirina li hember û li bereyeke cuda ya neteweke din, nijadeke din û herî zêde jî projeyeke li ser bingeha cudakirinê, derketiye. Berê zêde sînorê van du peyvên “Kurdbûn” û “ Kurdayetî”yê nedihatin dîtin, lê bûyerên rojaneyî û çavkaniyên wan bûyeran hîna zêdetir tên dîtin. Kurdayetî ne projeyeke xwe avakirinê li ser bingeheke demoktatîk e û 70 salên tevger û partiyên Baþûrê Kurdistanê ku di bin navê “Kurdayetiyê” de liv û tevgerên xwe di bin vî navî de dikin, di qonaxa ber îflasa siyasî de ye. Referandûma Baþûr di þexsê PDK´ê de di esasê xwe de ji bo rizgarkirina vê “Kurdayetî”yê ji îflasê. Dema DAIÞ di rojevê de nemîne, wê çi bibe? Dikarin nakokiyên ku li ser bîrên Eynzalê yên nêzî Mûsilê weke projeya neteweyî, ne nexasim serbixweyî, bi civakê bidin fêmkirin? Bêguman na. Ji ber ku bîrên petrolê yên Eynzale di destê Mesrûr Barzanî de ne bi darê zorê û peymana bi rosneftê ya Rûsî ya Nêçirvan Barzanî morkirî li ser van bîran û girêdana bîrên petrolê ya Kerkûkê bi van bîran hatiye kirin û îhtîmala tevlîhevbûnê di dema pêþ de jî gelek zêde ye, nexasim bi hikûmeta Iraqê de jî weke 60 salên berê, tevger û partiyên Baþûr jî vê tiþtê weke nakokiyên Kurd û Bexdayê ji gel re rave dikin û didin fêmkirin; û zarokên civakê jî li ser vê tiþtê didin kuþtin. Niha mirov bipirsê “Kurdbûn” li ku dera van projeyên wan de ye! Jixwe, axaftina wan li ser destûreke demokratîk, xweþgûzeraniya civakê, lihevkirina neteweyî bi beþên din yên Kurdistanê re nîne. Di civîneke partiyên Baþûr de di destpêka salên 90´î de serokê partiyekê bi bandor li Baþûr gotibû, ax ji bo deh Helepceyên din. Belê “Kurdayetî” li ser mexdûrkirinê bazirganiyê dike di asta cîhanê de, ne li ser xwe avakirina demokratîk.
Birêz Ocalan dibêje, “Kurdbûn dijwar e, rev jê nemerdî ye”, Kurdbûn rastiyek e lê rastiyeke ku bi avakirneke demokratîk li ser bingeha neteweya demokratîk bi hev re jiyana demokratîk ava bike, ne li ser bingeha reaksiyonel. Rast e, Kurd naxwazin di bin zilm û zora dewletên dagirker de bijîn, lê bijar jî dewleteke diktator ya Kurd nîne. Ya îro li Rojava, bi taybetî jî Minbic, hin herêmên Hesekê, û heta di operasyona rizgarkirina Reqqaê de diqewime encama karkirin û hilbirîna hizirî ya vê rastiyê ye ku em xwe înkar naken lê Kurdbûn hem weke rastiyeke dîrokî tê qebûlkirin û hem jî dikarê deryê bi hev re jiyanê veke. Nexwe, “Kurdayetî”ya li ser bingeha pêwistiya komek desthilatdar û bazirganên biçûk were avakirin, tenê wê þer û aloziyan zêdetir bi xwe re bîne. Gelo Kurd naçar in timî ji ber berjewendiyên vê komikê bi civakê din re di rewþa þer, pevçûn û kêþmekêþan de bin . Mesûd Barzanî dibêjê, “rûxmê ku em nexwazin jî, îhtîmala þerê navxweyî li Iraqê heye”. Ev “Kurdayetî” herî zêde ol, pere, kursî û hêz ji bo bêdengkirinê bi kar tînê, ji ber ku çavkaniya modela xwe ji netewe-delwet herêmê digire. Ji bo wê, “Kurdbûn” û “Kurdayetî” hêjayî zêdetir axaftin û nivisandin û nîqaþkirinê ne ne xasim jî minaqeþeyên li ser bandora wan li ser tevahiiya civakê.
2773
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA